1. hinek helbestên wî yê bijarte ji aliyê weşanên avestayê vê hatibû weşandin, bi tirkî jî weşanê belgeyê çap kir lê tirkî felaket bû, lê şêrko şêr e.. |
|
27.07.2013 23:51 |
arami
|
2. bixwînin! |
|
28.07.2013 02:02 |
filankes
|
3. şaîrêkî zor gewre ye. ji silêmanîyê. demekê pêşmergetî jî kiriye. hemû berhemên wî wekî 8 cilt heşt cild li derveyî welêt çapbûne. li tirkî tenê ji şî'rên wî weşanên avesta, belkî û ronahî wergerandine kurmancî. weşanên belge jî helbestên wî wergerandine tirkî bes ev hemû werger hê cildek bêkes nake. |
|
28.07.2013 02:28 |
seydayê_peyvan
|
4. soranperestek e.. ji bo helbestên wÎ ez nikarim tiştekî bêjim lê mîkrofaşÎstek e.. demekî dema ku guftûgo li ser bikaranîna alfabeya latînî ya ji aliyê hemû kurdan ve ji aliyê çend zimanzan û zimannasên kurd ve dihat kirin evî û çend camêrên din ên soranperest manîfestoyek dûrûdirêj a ku tê de bi hişkî û djwarî xwediyên vê proje û kampanyayê reş dikirin hatibû belavkirin.. meseleya soranî û kurmancî jî xwudê hez bike ez ê di peyameka din de binivîsim ji xwe.. |
|
28.07.2013 05:06 |
endazer
|
5. ''Hin nivîskar û qaşo rewşenbîrên Soranîaxêv ên ku navê Grûpa insîyatîvê ji bo paraztina zimanê Kurdî li xwe kiriye ku di eslê xwe de gerek navê xwe kiribûna Grûpa insîyatîfê ji bo qetilkirin û tunekirina Kurmanc û Kurmancî- daxuyaniyek li dijî Kurmancî û alfabeya Kurdî latînî amade kiriye. Kesên wek Ferhad Şakelî û Şêrko Bêkes jî ku ji roja pêşîn de dijminatîya Kurmanc û Kurmancî dikin, di nav vê grûpê de ne û serkêşîya vê grûpa dijminê Kurmanc û Kurmancî dikin. |
|
28.07.2013 05:35 |
endazer
|
6. şairê ku li gorî ajansên başûrê kurdistanê îşev emrê xwudê kiriye û çûye ber rehma Xwudê.. çendî dixwest soranî li ser kurmancî û elîfbêya erebî jî li ser alfabeya latînî bisepîne û piştgiriya serdestî û serweriya zaravayê soranî dikir lê helbestkarek baş û serkeftî bû.. |
|
04.08.2013 23:22 |
endazer
|
7. Lê dema ku jinek kuştin |
|
07.08.2013 22:50 |
kelha bayê
|
8. Min gohê xwe da dilê axê |
|
12.08.2013 20:54 |
gabarî
|
9. Ez êşek bejn bilind im |
|
12.08.2013 20:56 |
gabarî
|
10. em denge xwe bidin bekes, mezekin çi dibejî; |
|
12.08.2013 20:59 |
zeyd b
|
11. bajar |
|
05.04.2014 23:40 |
xwelî li ser
|
12. eger yar bavêjin derve |
|
03.05.2014 23:09 |
miheme faraday bero bereday
|
13. Helbesvanê ku kurd e û ez dixwazim ku dijminatî meke kurmancî û zaravayên kurdî ya din. |
|
05.11.2014 13:28 |
endazyar
|
14. Helbesvanê ku welidî li süleymaniye, kurd e û li 1965 tevî radyoyê dengê kurdistanê bûn. |
|
05.11.2014 13:54 |
nivîskarê bêkes
|
15. Xwediyê vê helbestê: |
|
07.12.2014 04:56 |
xendekî
|
16. Di 2ê gulana 1940nî de li taxa Goyjeya (bnr: silêmanîyê) hatiye dinê. Hemû perwerdeya xwe li Silêmanîyê û (bnr: bexdayê) kuta kirîye. Bêkes ji 17 salîya xwe de bi wekî cara pêşîn helbestên xwe di (bnr: kovara jîn) û (bnr: kovara silêmanîyê) de belav kirîye. Li bexdayê zanîngeh qedandiye û pirtûka xwe ya bi navê (bnr: trîfey hellbest) derxistiye. di navbera salên 1965-1987an de pêşmerge bûye lê heman demê de di (bnr: radyoya dengê şoreşê) de bername pêşkêş kirine. Piştî têkçûna (bnr: şoreşa îlona 1974) an bi aliyê dewleta îraqê ve hatiye sirgunkirin. |
|
04.04.2018 21:42 |
jifêzagorda
|
17. Şêrko Bêkes - Piste Pistek (Hemoyê Piçûk) |
|
28.03.2019 19:52 |
hesinkar
|
18. Helbestvanê ku ji silemanî bû , bi zaraveye soranî dinîvisand. Helbesta wî ya ku bi navê Canî canan gelek xweş e. |
|
02.03.2021 15:59 ~2023.07.01 12:32 |
navîgiranmezelîwêran
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |